Peyama Ensarullaha Yemenê bo Baydên piştî meyla wî bo kutakirina şêr
Endamê Ofîsa Siyasî ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Hez û meyla Serokkomarê Emerîkayê bo rawestandina şêr, hema tenê propaganeyeke medyayî ye.
Muhemed El-Bexîtî, Endamê Ofîsa Siyasî ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di twîtekê de nivîsî: Ger Co Baydên, Serokkomarê Emerîkayê rastbêj ba, yê reşnivîsek bo rawestandina destdirêjî û dorpêçê, raberî Konseya Ewlehiyê bikira.
Vî rayedarê yemenî bal kişand ser vê yekê ku rawestandina şêr, ser xêra Yemen û welatên cîranê wê ye û got: Berjewendiya Emerîkayê di dewama şêr de ye, lewma di dawîn kêliyê de bona ku rêketina derbarê rawestandina şêr bêencam bike,destê xwe têwerda.
El-Bexîtî got: Em hêvî dikin rayedarên erebistanî û îmaratî fehm bikin ku Emerîka bi qest ser riya çareserkirina qeyranê de berbendan çêdike.
Wî got ger dorpêça Yemenê neyê rakirin em neçar in derbasî şerekî bi çarenivîs bibin û binesaziyên welatên êrişkir ji wan Teşkîlata niftê, bender û balefrgehan bidin ber êrişan.