Tekeziya Wezîrê Ewlehiyê yê Til Avîvê ser êrîşa siyonîstan ser Mizgefta Eqsayê
Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst ji siyonîstan xwest ku hevdem digel cejnên cihûyan êrîşî ser Mizgefta Eqsayê bikin.
Îtmar Bin-Givêr Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst got: Ez ji cihpyan dixwazim ku roja Çarşemiyê êrîşî ser Mizgefta Eqsayê bibin.Bin-Givêr her wiha got: Mizgefta Eqsayê cihê herî girîng ji bo Îsraîlê ye. Cihûyan jî di vê hikûmetê xwe hin mafên xwe hene, ji ber vê yekê ew jî dikarin têkevin nav Mizgefta Eqsayê.Bin-Givêr pêştir di roja 3ê Çileyê da tevî piştevanioya hêzên Rejîma Siyonîst, digel hejmareke ssiyonîsstan êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kir.Hevdem Seraya El-Quds wek baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Zîvala Xezeyê qala amadetiya tam a hêzên xwe kir.
Seraya El-Qudsê êvara Yekşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand, amadetiya Tabûrên Qudsê li Xezeyê têkildarî bûyerên heyî li Mizgefta Eqsayê, destdirêjî û êrîşên berdewam ên leşkerên siyonîst sser vî mekanê pîroz û îhtimala êrîşa dijminê siyonîst ser Xezeyê ye.Hazim Qasim Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filisstînê (HAMAS) di vî warî da got: Êrîşa leşkerên ssiyonêîst ser nimêjkeran li Mizgefta Eqsayê zemîneyê ji bo hemî senaryoyên gurrtirbûna kêşeyê dabîn dike.Serokê Ofîsa Siyasî ya Hamas'ê jî got: Hilweşiyana navxweyî û nerazîtiyên rojane yên ssiyonîstan li hemberî kabîneya nû ya Til Avîvê ji nîşaneyên têkçûna vê rejîmê û serneketina projeyên wê li navçeyê ye.Wî derbarê dûhatên bêrêziya siyonîstan li Qudsa dagirbûyî, Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, operasyona terorê û êrîşên berdewam ên bajaroknişînan ser Mizgefta Eqsayê hişyarî da.