Li kolanên Kuweytê lehî rabû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i340426-li_kolanên_kuweytê_lehî_rabû
Ji ber baranên guj ên di 2 rojên vê dawîyê da li gellek deverên Kuweytê lehî rabû û gellek kolan di nav avê da man.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2023 13:31 Asia/Tehran
  • Li kolanên Kuweytê lehî rabû

Ji ber baranên guj ên di 2 rojên vê dawîyê da li gellek deverên Kuweytê lehî rabû û gellek kolan di nav avê da man.

Di 2 rojên buhurî da pêleke baranên guj Kuweyt daye ber xwe ku digel baranê teyrok barîye û birûskê lê daye û ji ber vê yekê welatîyên kuweytî tûşî hin pirsgirêkan bûne.

Wêne û vîdyoyên li şebekeyên civakî hatine weşandin nîşan didin ku ji ber rabûna lehîyê hatin û çûyîn li gellek kolanên Kuweytê hatîye sekinandin.

Li gellek kolanan ji wan li Tunela Al Gazzali`yê maşîn di nav lehîyê da mane û av veguherîye golê.

Heta vê gavê ti raporek derbara xisr û zîyanên ihtimalî yên vê rabûna lehîyê li Kuweytê nehatîye weşandin.