Daxûyanîya gelê Yemenê di salvegera heştan a êrişa Hevalbendîya Seûdî ser wî welatî da
Gelê Yemenê di daxûyanîya bi boneya salvegera heştan a êrişa Hevalbendîya Seûdî ser wî welatî da pêgirî kir ku dê berxwedanê bidomînin.
Gelê Yemenê duh hevgavê salvegera heştan a êrişa Hevalbendîya Seûdî ser wî welatî da li bajarên curbicur ji wan Se`de, Beyza, Reda, Sewdaye, Cowf, Zimar, Hece, Zali, Umran, Hudeyde`yê dest bi xwenîşandanê kirin.
Gelê Yemenê di dawîya vê xwenîşandana berfire di daxûyanîyekê da ragihand ku şerê dijî vî gelî destdirêjîyeka zalimane ya narewa û bêheger e ku armanca wê dagirkirina axa Yemenê û zevtkiina serxwebûna gelê vî welatî ye.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Gelê Yemenê pabendê sekinîna himberî destdirêjkeran û domandina berxwedanê ne û tevî hemî komkujî, dorpêç û propagandê vê berxwedana ostûreyî ya gel li hemî meydanan silav dikin.
Hevgavê vê yekê endamekî Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê jî pêgirî kir ku Amerîka destdirêjîya ser Yemenê bi rê ve dibe û pêgirî kir ku gelê Yemenê yê têkoşna xwe heta azadî û serxwebûna tam bidomînin.
Endamê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê Mihemed Elî Hûsî di salvegera heştan a şerê dijî vî wealtî da dîyar kir ku ew konseya li hêvîya fermana Sersekreterê Ensarullahê ye û got: Gelê Yemenê ew gela ye ku himberî welatên zorbêj û destdirêjker ku xeyal dikirin şerê wan li Yemenê gerr û seyran e, li ber xwe da.