Adar 24, 2023 15:30 Asia/Tehran
  • ‘Neîm Qasim’: Navçe dijî Amerîka û Rejîma Siyonîst e

‘Neîm Qasim’ di hesabê xwe yê di twîterê de nivîsî: Navçe dijî nêrîna Amerîka û Rejîma Siyonîst rabûye.

Şêx ‘Neîm Qasim’, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê di hesabê xwe yê di twîterê de nivîsî: Navçeyê hereketa dijî nêrîna Amerîka û Îsraîlê dest pê kiriye.

 Rêketina Îran û Erebistanê bû sedema plana ku hewil dida Îranê dewsa Îsraîlê weke dijmin bide xûyakirin, tûşî şikestê were û hewildana Îmarat, Tirkiye, Erebistan û welatên din bo pêkanîna peywendiyan bi Sûriyê re sedema xêrê ye.

Wî her wiha di twîteke din de jî nivîsî: “Libnan yê kînga bikaribe ji bin barê zext û zora Amerîka û Ewropayê rizgar bibe ku bi rêya Çînê û li gor bernameyeke taybet cereyanê dabîn bike. Libnan yê kîngê biwêre bo vegeryana awareyan bo welatê xwe bi Sûriyê re hewahengî bike”

 ‘Neîm Qasim’ di twîteke din de jî nivîsî: “Me di helêwsta berxwedan û alîgirên xwe de wêrektî ceriband û me karî sînorên xwe yên avî û nift û gazê vegerînin û divê niha em nêrîna navçeyê berovajî nêrîna rojavayê bi kar bînin û derbarê nêrîna ser meselên welêt venêrînê bikin ku bikaribin ji hevrikiya di nav medyayê de rizgar bibin.”

 

Serepeyv