Xwenîşandana berfire ya dijî Natanyahu hat domandin
Şeva buhurî bi hezaran kes ji bo hefteya çendan bi dû hev li Tel Avîvê û şarên din ên Erdên Dagirbûyî yên Filistînê daketin kolanan û bi xwenîşandanê nerazîbûna xwe hibmerî kabîna tundrê ya Bênyamîn Natanyahu nîşan dan.
Benyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Rejîma sîyonêst, ku çend sal e ji hêla Dezgeha Dadwerîyê va bi tawana gendelî, bertîlwergirtin û bikaranîna narewa ya desthilatê tê şopandin, dil heye bi alîakrîya Wezîrê Dadwerîyê yê vê rejîmê, bi tişta ku ``sererastkirina pergala dadwerîyê`` bi nav dike, karekî bike ku idî ji hêla wê dezgehê va neyê şopandin.
Eva çend hefte ye ku li bi dehan şarên ji bakur bigie heta başûra Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ji wan li Tel Avîv, Heyfa, Qudsa dagirbûyî, Bê`ir Seb û Hertzlîyayê xwenîşandan dijî kabîna rastgir a Netanyahu tên lidarxistin.
Serokên opozîsyona Rejîma Sîyonîst dibêjin ku guhertina pergala dadwerîyê ku ji hêla kabîna Netanyahu va hatîye hilêxistinê ji bo lawazkirina Dezgeha Dadwerîyê û hewla ji bo girtina pêşîya mehkemekirna Netanyahu têkildarî sê dosîyên gendelî, bertîlwergirtin û bikaranîna narewa ya desthilatê ye.
Serokên opozîsyona Rejîma Sîyonîst dibêjin ku ev karên kabîna Natanyahu yê Rejîma sîyonst ber bi pevçûn, şerê navxweyî û hilweşîna bere bere va bibin.