Operasyonên berxwedana filistînîyan li rexê rojavaya çemê Urdinê tên domandin
Filistînîyan di 24 sietên buhurî da, 25 operasyonên dije-sîyonîstan li dar xistine.
Di mehên vê dawîyê da operasyonên berxwedana filistînîyan li rexê rojavaya çemê Urdinê bi awayekî berbiçav zêde bûne û Rejîma Sîyonîst di çarçova sekinîna hibmerî wan operasyonan da neçar ma ku bang li hêzên xwe yên zimhêr bike.
Rejîma Sîyonîst îro ragihand: Di 24 sietên buhurî da 5 êrişên bi çekê û 3 êriş ber bi maşînên bajaroknişînên sîyonîst û işkandina şûşeyên wan da û 3 operasyonên berxwedana li himber destdirêjîyên bajaroknişîn û 14 pevçûn pêk hatine.
Navenda Ragihandinê ya Filistînîyan vê dawîyê ragihand: Di encama operasyonên curbicur ên filistînîyan li rexê rojavaya çemê Urdin, Quds û Zîvala Gezzeyê da ji destpêka îsal va zêde ji 20 leşker û bajaroknişînên israyîlî yên dagirker hatine kuştin û ji hêla din va hejmareke zêde ya bajaroknişînan jî ji bajaroknişînan xwestin ku îro û sibê êrişî mizgevta Eqsayê bikin.