Hêzên Hevalbendîya Seûdî dîsan êrişî Se`deya Yemenê kirin
Di encama êrişa hêzên Hevalbendîya Seûdî ser deverên sînorî yên parêzgeha Se`de ya Yemenê da, 2 sivîl birîndar bûn.
Hêzên Hevalbendîya Seûdî duh danê êvarê bazara gel a herêma Reqû ya şarê Minbe`yê kirin armanc ku di encamê da welatîyekî yemenî û koçberekî afrîqî birîndar bûn.
Odeya Operasyonê ya Artêş û Lêjneyên Gelanî ya Yemenê jî ragihand ku Hevalbendîya Seûdî di 24 saetên buhurî da 151 carî agirbes li parêzgeha Hudeydê binpê kir. Hevalbendîya Seûdî di vê çarçovê da xwofirên sîxorîyê rakirine esmanê devera Hîs`ê, 61 carî bi topan û 89 carî jî bi çekên curbicur êrişî parêzgeha Hudeydê kirîye.
Hevalbendîya destdirêjker û zorbêj a seûdî di bin sîya bêdengîya civatên navnetewî û NY da, hemî rojan êrişî Yemenê dike.
Di encma vê zorbêjîyê da ku ji Adara sala 2015ê va bi piştgirîya Amerîka, Imarat ûçend welatên din dest pê bûye, heta nika bi dehan hezar welatîyên yemenî hatine kuştin û birîndarkirin û bi milyonan welatîyên yemenî jî aware bûne.