Waşîngton li ser dûhatên berçavnegirtina hişyarîdayînên rêberê Ensarullaha Yemenê hat hişyarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i339767-waşîngton_li_ser_dûhatên_berçavnegirtina_hişyarîdayînên_rêberê_ensarullaha_yemenê_hat_hişyarkirin
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê ragihand ku Waşîngton divê hişyarîdayînên rêberê Ensarullahê ciddî wergire, berçavnegirtina wan yê dûhatên giran hebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2023 13:51 Asia/Tehran
  • Waşîngton li ser dûhatên berçavnegirtina hişyarîdayînên rêberê Ensarullaha Yemenê hat hişyarkirin

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê ragihand ku Waşîngton divê hişyarîdayînên rêberê Ensarullahê ciddî wergire, berçavnegirtina wan yê dûhatên giran hebe.

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê Mehdî Meşşat ragihand ku gelê Yemenê piştî 8 sal destdirêjî û dorpêça ji hêla dijminan va, gellek fidakarî kir û hela jî pabendê mafên rewa û doza dadmendane ya xwe ye.

Meşşat ji welatên ku destdirêjîyê li Yemenê dikin xwest ku şêrr rawestînin, dorpêçan rakin û hêzên bîyanî jî ji axa vî welatî derkevin. Wî pêgirî ser mafê gelê Yemenê yê sûdwergirtina ji serwetên vî welatî û xizmetên berayî kir.

Rêberê Tevgera Ensarullahê Ebdulmelik Hûsî duh careka din pêgirî kir ku bicihbûna amerîkî û ingilîsîyan li Yemenê destdirêjî û dagirkerî ye. Wî pêgirî kir ku ev yeka nayê qebûlkirin û dê himberî wan wekî hêzên dagirker serederî bê kirin.