Tevgera HAMAS`ê: Gelê Filistînê dê teslîm nebe
Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) pêgirî kir ku qaremanên filistînî û gelê têkoşer û hêzên wêrek û berxwedêr ên Filistînê dê bersiva cinayetên Rejîma Sîyonîst bidin.
Tevgera HAMAS`ê îro di daxûyanîyekê da bi boneya salvegera 29an a komkujîya li Mizgevta Hezretê Ibrahîm (S) pêgirî kir ku cinayet û komkujîyên rejîma dagirkerê Qudsê di dîroka reş û tam di xwîna gelê Filistînê da wedsayî, nikarin vîna gelê me bişkênin.
HAMAS`ê di dewama vê daxûyanîyê da ragihand: Têkoşîna me hibmerî rejîma dagirker hertimî ye û hewlên sîstematîk ên ji bo tomarkirina mizgevta Ibrahîm ser navê cihûyan li rexê rojavaya çemê Urdinê sûc û binpêkirina aşkira ya qirara ne û ev mizgevta dê hertim û tam ya misilmana bimîne.
Tevgera HAMAS`ê herwiha ji gel û rêvebirên welatên islamî û ereb xwest ku hêzên xwe bi merema xurtkirina berxwedana gelê Filistînê seferber bikin û ji NY û hemî sazîyên navnetewî yên çalak xwest ku himberî sûc û binpêkarîyên Rejîma Sîyonîst ên bêrêzîya li mizgevta Ibrahîm û nirxên pîroz ên din ên misilman û mesîhîyan, bertekê nîşan bidin.