Cibran Basîl: “Em gotin û fermanên welatên rojavayî qebûl nakin”
Serokê Bereya Netewî ya Azad a Libnanê pêgirî kir: “Libnan ne hazir e gotin û fermanên welatên rojavayî qebûl bike.”
Serokê Bereya Netewî ya Azad a Libnanê “Cibran Basîl” got ku em gefên welatên rojavayî têkildarî birêxistina ajaweyê li vî welatî qebûl nakin û bi bîr xist ku hewla ji bo sepandina serokkomarekî ya bi vê şêwazê ser Libanê da dişibe sepandina serokkomarekî ser Libnanê da ji pişt tankên Israyîlê va.
Cibran Basîl ji ber hevdîtinên digel alîyên bîyanî têkildarî hilbijartinên serokkomartîyê rexne kir û got: “Em pêgirîyê ser neyartîya hibmerî gotin, temî û fermanên welatên rojavayî dikin.”
Serokê Bereya Netewî ya Azad a Libnanê dîyar kir ku heke welatên rojavayî bi dû çaksazîyan li Libnanê ne, bila piştgirîyê nedin kesekî wekî “Rîyaz Selame” Serokê Banka Navendî ya Libnanê ku tawanbarê gendelîyê ye.
Wî dîyar kir: “Welatên rojavayî bi dew û doza çaksazîyan dixwazin serokkomarê gendel, serokwezîrê gendel û Serokê Banka Navendî ku gendeltir ji wan e, ser Libnanê da bisepînin, lê em ji wan re dibêjin ku na û dê sed carî jî bêjin na.