Nivîsgeha NY: Alîkarîyên NY bo Sûrîyê ji ber erdhejê hatinsekinandin
Sibat 07, 2023 12:38 Asia/Tehran
Nivîsgeha Hevkarî û Alîkarîyên Mirovdostîyê ya NY ragihand ku bi dû erdheja giran a duh li Tirkîyê, alîkarîyên mirovdostîyê yên vê rêxistinê bo Sûrîyê hatine sekinandin.
Nivîsgeha Hevkarî û Alîkarîyên Mirovdostîyê ya NY
ragihand ku şandina wan alîkarîyana bi hegera zîyandîtina
rê û cadeyên herêmê hatîye sekinandin.
Vê nivîsgehê herwiha ragihand ku tam ne dîyar e ka
şandina wan alîkarîyana yê careka din dest pê bibe.
Şayanî gotinê ye ku niştecihên bakur-rojavaya Sûrîyê ku ji
ber erdheja berbanga duh tûşî zîyaneke giran bûne, ji ber
qeyrana zêde ji deh salî li Sûrîyê, zêdetir ji her demekê
hewcedarê wan alîkarîyana ne.