Erebistanê bakura Yemenê da ber topan, 8 kes hatin kuştin û birîndarkirin
Di encama êrişên bi topan ên Erebistanê ser deverên sînorî yên parêzgeha Se`dê li bakura Yemenê da, kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Erebistanê berbango îro devera Efre ser bi şarê Munbe`yê li parêzgeha Se`deyê da ber topan.
Di encama vê êrişê da sivîlek hat kuştin û 7 kes ji wan 2 koçberên afrîqî birîndar bûn.
Di encama êrişên Artêşa Erebistanê ser devera Alê Muqenne ser bi şarê Munbe`yê di roja çarşemê da jî 2 sivîlên yemenî hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Êrişên Erebistanê ser Yemenê di halekî da didomin ku NY vê dawîyê ragihand: 21 milyon yemenî di encama êrişên hanê da nika hewcedarê alîkarîyên mirovdostîyê ne.
NY û Ummanê di mehên buhurî da gellek hewil dan ku agirbes li Yemenê pêk were û Erebistanê jî idia kir ku gotûbêj rêçareya bidawîhanîna qeyrana Yemenê ye, lê Rîyaz li meydanê berovajî idiaya xwe kar dike û her roj êrişî Yemenê dike.