Rêberê şîeyên Behreynê: Asayîkirna peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst berovajî doza Filitînê ye
Rêberê şîeyên Behreynê got: Asayîkirna peywendîyan digel Rejîma Sîyonîst gefeke ciddî dijî ewlehî, çavkanî, serwet û nirxên pîroz ên cîhana islamê ye û berxwedana himberî wê pêwîst e.
Şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê amajeyî demajoya asayîkirina peywendîyan di navbera vî welatî û Rejîma Sîyonîst da kir û got: Hikimdarên Behreynê bi awayekî şaş fikir dikin ku heke kesayetî, çalak û gelên vî welatî bigirin û bixin zîndanan, dikarin bi hevdengbûna digel Rejîma Sîyonîst û asayîkirina peywendîyan digel vê rejîmê, mayîna xwe ser desthilatê garantî bikin, lewma berxwedana hibmerî vê helwestê pêwîst û ferz e û heke nûçeyên ku li gorî wan Behreyn veguherîye binkeyekê ji bo sîyonîstan li Kendava Farsê rast bin, plankarên vê babetê dê pêrgî berxwedana ciddî û giştalî ya gel bibin û dê qet nekaribin bigihêjin meremên xwe.
Rêberê şîeyên Behreynê herwiha amajeyî hewlên ji bo bicihkirina cihûyan û belavkirina bawerîya wan li Behreynê kir û pêgirî kir ku ev yeka mêhwera hewl û pêkutîya wan kesan e ku sîyasetên navxweyî kivş dikin, lê berxwedana gel ji bo têkoşîna çarenûssaz hibmerî van sîyasetana ciddî ye û ev meseleya ji bo gelê Behreynê meseleya nasname û bawerîyê ye ku qet ne ya saziş û sistîyê ye.