Lêjneyên Berxwedêr ên Filistînê: Têkçûna Israyîlê bêveger e
Komên filistînî bi tundî şehîdkirina welatîyekî filistînî yê niştecihê Ramullahê bi destê bajarokniîşnekî dagirker û sîyonîst şermezar kirin.
Hêzên Rejîma Sîyonîst vê sibê Tariq Mealî ciwanê filistînî li nêzîkî devera Ras Kerker li rojavaya şarê Ramullahê li rexê rojavaya çemê Urdinê ku dil hebû operasyona berxwedêrane bi cih bîne, dan ber gulleyan û ew şehîd kirin.
Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) di daxûyanîyeke di vî warî da ragihand: Em ji ber şehîdbûna Tariq Mealî sersaxîyê didin û pêgirîyê dikin ku gelê Filistînê şoreş û rabûna dijî rejîma dagirker tund kirîye û yê têkoşînê heta jinavçûna dagirkerîyê bidomîne.
Bereya Gel a Azadkirina Filistînê jî di daxûyanîyekê da ragihand: Sîyasta kuştina filistînîyan bi destê dagirkerên sîyonîst li meydanê yê tenê bi bersiva sîyasî û têkoşîna teqil were sekinandin.
Tevgera Mujahidîn a Filistînê jî ragihand: Em ji ber şehîdbûna Mealî sersaxîyê didin û pêgirîyê dikin ku şehîdên qareman ên Filistînê, pêşengên serketin û azadkirinê ne.
Lêjneyên Berxwedanê yên Felestînê jî ragihandin: Xwîna şehîd yê li erdê nemîne, belkî dê pêsîra sîyonîstan bigire û ew yê di dawîyê da bên derxistin û têkbirin.
Di vî halî da, Tevgera Ahrar a Filistînê wek berteka hibmerî şehîdkirina Tariq Mealî ciwanê filistînî nivîsî: Şehîdkirina Tariq Mealî cinayeteke tirsonekane ye ku asta herî bilind a terorîsm û hovîtîya civaka sîyonîstan nîşan dide.