NY: “Avakirina bajarokan ji hêla Israyîlê va, neqanûnî ye”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338931-ny_avakirina_bajarokan_ji_hêla_israyîlê_va_neqanûnî_ye
Kordînatorê Taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di karê qaşo Aştîya Rojavayê Asyayê da, çêkirina bajarokan ji hêla Rejîma Sîyonîst va neqanûnî zanî û got ku ev kara berbenda sereke ser rêya pêkhatina aştîyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2023 14:56 Asia/Tehran
  • NY: “Avakirina bajarokan ji hêla Israyîlê va, neqanûnî ye”

Kordînatorê Taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di karê qaşo Aştîya Rojavayê Asyayê da, çêkirina bajarokan ji hêla Rejîma Sîyonîst va neqanûnî zanî û got ku ev kara berbenda sereke ser rêya pêkhatina aştîyê ye.

Tor Wennesland Kordînatorê Taybet ê NY’yê dîyar kir ku bi destpêbûna sala nû şîdet di nava gêreyên sîyasî û rawestandina demajoya aştîyê da, tund û berfire bûye û got: “Em ji ber dûhatên boykotên ku Rejîma Siyonîst ser Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê da sepandin, dilnigeran in.”

Wî pêgirî kir ku NY’yê soz daye piştgirîyê bide her du alîyên Filistîn û Rejîma Sîyonîst ji bo lihevhatinê û got: “Ez ji gişk alîyan dixwazim ku gêreyan kêm bikin û pêngavên şênber ji bo pêkanîna panoramayeke sîyasî hildin.”

Vî rayedarê NY’yê pêgirî kir: “Xirakirin û zevtkirina mal û milkên filistînîyan dilnigeranîyeke ciddî ye.”

Rayedarên israyîlî di demeke kurt da, 126 avahîyên filistînîyan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û 7 mal û avahî jî li rojhilatê Qudsa dagirbûyî xira kirine yan zevt kirine.