Nûnerekî Knêssêtê daxwaza hilweşandina hikûmeta Netanyahû kir
Çile 11, 2023 19:34 Asia/Tehran
Nûnerekî Knêssêta (Parliman) Rejîma Siyonîst daxwaza lidarxistina xwenîşandana sranserî li erdên dagirbûyî ji bo hilweşandina kabîneya tundrê ya Binyamîn Netanyahû serokwezîrê vê rejîmê kir.
Li gorî rapora IRNA'yê, Yair Golan nûnerê partiya çepgir a Meretz'ê êvara Sêşemiyê daxwaza girtina kolan û dikanan û lidarxistina xwenîşandanan di heyama hefteyê da ji bo hilweşandina hikûmeta Netanyahû kir.
Yair Golan ku jeneralê berê yê artêşa Rejîma Siyonîst e kabîneya Netanyahû da ber rexneyan û wek Hikûmeta Gendel bi nav kir.
Wî got: Herîdîman (cihûyên ortodoks û zêdegav) bêyî ti berbendekê mal û heyîtiyên israîliyan bi dest xistine û her karê ku dilê wan dixwaze, dikin.