Fermandeyê Tabûrên Qudsê Rejîma Sîyonîst hişyar kir
Fermandeyê Tabûrên Qudsê wek çiqa leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, Rejîma Sîyonîst derheq her cure gêresazîya dijî Mêhwera Berxwedanê li herêmê hişyar kir.
Fermandeyê Tabûrên Qudsê Ekrem Ecûrî got: “Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû û kabîneya wî ya nû tê digihîjin ku artêşa vê rejîmê nikare di şerên bêsînor da pişikdar bibe, lewma kemilandina plana asayîkirina peywendîyan ewlewîyeta karê Natanyahû ye.”
Ecûrî Rejîma Sîyonîst derbara dûhatên her cure gêresazîya li herêmê da hişyar kir û got: “Desthilatdarbûna Natanyahû ji bo me ne meseleyeke nû ye. Mêhwera Berxwedanê gellek tişt li herêmê amade kirine û tişta ku fermandeyên Mêhwera Berxwedanê li herêmê dibêjin û gef û pêgirîyên ser amadebûna hêzan digirin ber xwe, kêm in, di halekî da ku gellek tişt nayên asşkirakirin û divê dagirker bizanibin ku her cure şer û têkoşîna bêsînor di siberojê da, yê destpêka bidawîhatina vê rejîmê be.”
Ji hêla din va, Rejîma Sîyonîst hin tivdîrên cezakirinê dijî Teşkîlata Xwerêvebir a Fiilstînê ragihandin.
Kabîneya emnî ya Israyîlê; wek berteka hibmerî kiryara Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê ku ji Dîwana Navneteweyî ya Dadwerîyê xwestîye hikmekê têkildarî rewabûna dagirkerîyê bide, hin tivdîrên cezakirinê dijî vê teşkîlatê pesend kirin. Ji wan boykotên ku rejîma Israyîlê dijî Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê berçav girtîne, kêmkirina 39 milyar dolar ji derhata bi sermalîyê ji pişka Teşkîlata Xwerêvebir e. Biryar hat dayîn ku wî diravî bidin malbatên israyîlîyên ku di encama operasyona filistînîyan da birîndar bûne. Bisînorkirina zêdetir a izna avakirina mal û avahîyan ji bo filistînîyan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, ji wan boykotên din ên kabîneya emnî ya Israyîlê dijî filistînîyan e.
Gellek çavdêr û pisporan pêşbînî kirine ku kabîneya nû ya Natanyahû kabîneya herî tundrê ya Rejîma Sîyonîst e û liv û tevgrên vê rejîmê dijî filistînîyan jî yê gellekî tund bibin.