Çile 05, 2023 16:05 Asia/Tehran
  •  Rejîma Alê Siûdî hikmê 11 sal zîndanê li 35 çalakên jin birrî

Li gorî ragihandina çavkaniyên mafên mirov, Rejîma Alê Siûd hikm li 35 çalakên jin li Erebistanê birrî.

Mafên mirov ji bo siûdiyan têgeheke biyanî ye, ji ber ku ew heta niha ji mafên xwe yên herî seretayî jî bêpar bûn û hîn bi awayekî cidî mafên xwe yên siyasî bi dest nexistine.

Li gorî rapora Kanala Al-Alamê, Di kiryareke ne-edlane da bi giştî hikmê 11 sal zîndanê li 35 çalakên jin ên siûdî ku ti amajeyek bi navê wan nehatiye kirin, hat birrîn.

Hêjayî gotinê ye, Rejîma Alê Siûd birrîna hikmên zalimane li dijî çalakên jin di salên vê dawiyê da gurrtir kiriye.

Di sala 2022an da cinayeta herî mezin li dîroka Erebistana Siûdî qewimî û gelek hikmên îdamkirinê di asta sedsalekê da hatin dayîn.

Demek beriya niha, rêxistina ewropî-siûdî ya mafên mirov di rapora xwe ya salane derbarê mafên mirov da tevî piştrastkirina vê meseleyê, qala dewama binpêkirina mafên mirov li vî welatî kir û derbarê qewimîna cinayetên mezintir di sala bê da hişyarî da.

 

Serepeyv