Dûhatên bikaresat ên şerê Yemenê ji bo jin û zarokan
Wezîrê Tenduristîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê got: Jin û zarokên vî welatî bi awayekî rasterast ketine ber şêrr.
Wezîrê Tenduristîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê, Taha Mutewekil got: Jin û zarokên vî welatî bi awayekî rasterast ketine ber şêrr û vê yekê dê di demeke dirêj da bandorên rewanî û fîzîkî hebin.
Mutewekil herwiha got: Di encama şerê li Yemenê da zêde ji 8 hezar jin û zarok di 8 salan da hatine kuştinê.
Wezîrê Tenduristîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê pêgirî kir: Cinayetên hevalbendîya seûdî didomin û zêdebûna têkçûn û alozbûnên jênêtîkî yên ji ber êrişan û bikaranîna bombên xwuşî vê yekê nîşan dide.
Mutewekil ji UNISEF'ê xwest ku li civatên navnetewî bibe dengê gelê Yemenê ji ber karesata ku tê serê zarokên vî welatî.