Dilnigeraniya ji pêla nû ya îdamkirina zindaniyên bawerî û derbirînê li Erebistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337462-dilnigeraniya_ji_pêla_nû_ya_îdamkirina_zindaniyên_bawerî_û_derbirînê_li_erebistanê
Hitmala destpêbûna pêla nû ya îdamkirina zindaniyên bawerî û derbirînê li Erebistana Seûdî ji riya mehkemkirinên formalîte, saziyên mafên mirovan gelekî dilnigeran kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 03, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Dilnigeraniya ji pêla nû ya îdamkirina zindaniyên bawerî û derbirînê li Erebistanê

Hitmala destpêbûna pêla nû ya îdamkirina zindaniyên bawerî û derbirînê li Erebistana Seûdî ji riya mehkemkirinên formalîte, saziyên mafên mirovan gelekî dilnigeran kirine.

Rêxistina ewrûpî-seûdî ya mafên mirovan a ser navê`` Îdamên li Erebistanê rawestînin`` û `` tevkujiyan rawestînin`` derbarê îdamên komkî dijî deh kes ji girtiyan ji wan tezelav û kesên kêmtemen hişyarî da û daxwaza piştgiriya ji wan kesan kir ku rastî xetera îdamkirinê hatine. 

 Vê rêxistinê eşkere kir ku  rayedarên Erebistanê hikmê îdamkirina 15 kes ji girtinên bawerî û derbirînê dane, bi vî awayî hejmara kesên ku rastî xetera îdamkirinê hatine gihêştiye 53 kesan ku herîkêm heşt kes ji wan zarok in û Rejîma Alê Seûd tim  di pileya ewil a lîsteya van welatan  de ye ku hejmara herî zêde ya îdaman hene û van cizayan berdewam bi kar tîne da ku  bandorê bike  ser mêr, jin û heta kesên bin temenê qwanûnî û eva di halekê de ye ku  piraniya wan bi awayê nepenî û berûvajiya qanûna îslamî û qanûnên navneteweyî tên cezakirin. 

Ji ber sansûra giran derbarê rewşa Erebistana seûdî û di halekê de ku  Muhemed Bin Selman ser sloganên refomxwzaiyê pêgiryê dike, meselên seyr  û ecêb derbarê malbatên erebistanî tên gotin, ji ber ku   ewladekî wan ketiye zindanê an a nivîsarek di nav torên civakî de parvekirine û belav kirine, gelek îza dibin.