Siyonîstan careke din êrîşî ser taxa Şêx Cerahê kir
Hêzên siyonîst di dewama kiryarên xwe yên dijminane careke din êrîşî ser taxa Şêx Cerahê ya Qudsa dagirbûyî kir.
Polîsê Rejîma Siyonîst ji berêvara Yekşemiyê va rêya sereke ya ku digihêje bînaya bi navê Qebr Şem'ûnê ji bo amadekirina wê bo êrîşa leşkerên siyonîst girêda.
Taxa Şêx Cerahê ku filistînî lê rûdinin li rojhilatê Beyt ul-Muqedesa dagirbûyî ye ku her roj dikeve ber êrîşên hêzên siyonîst. Aniha 38 malbatên filistînî li vê taxê dimînin ku çar malbat tûşî valakirina malên xwe di demeke nêzik da bûne û çaverêtî heye ku sê malbatên din jî ji vê taxê bên qewirandin.
Li gorî nûçeyeke din ji Filistînê, Serokê Komîteya derveyî û ewlehiyê ya parlimana Rejîma Siyonîst hêrsbûna xwe ji lawaziya vê rejîmê di sekinîna li hemberî koma Erîn El-Eswedê a têkoşer diyar kir.
Vê koma filsitînî vê dawiyê û li pey dewama destdirêjiyên Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan, hebûna xwe ragihandiye û di rojên derbasbûyî da bi pêkanîna operasiyonên berxwedanê li dijî leşker û bajaroknişînên siyonîst, rayedarên Til Avîvê hêrs kirine.