Xwefirreke siyonîstan li bakûrê El-Xelîlê ket xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337018-xwefirreke_siyonîstan_li_bakûrê_el_xelîlê_ket_xwarê
Medyayên ibrî êvara Çarşemiyê qala ketina xwefirreke Rejîma Siyonîst li bakûrê El-Xeîllê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2022 06:19 Asia/Tehran
  • Xwefirreke siyonîstan li bakûrê El-Xelîlê ket xwarê

Medyayên ibrî êvara Çarşemiyê qala ketina xwefirreke Rejîma Siyonîst li bakûrê El-Xeîllê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev xwefirr di encama pevçûna digel xortên filistînî li bajaroka Beyt Emrê ya bakûrê El-Xelîlê hatiye xistin.

Hûrgiliyên xistina vê xwefirrê hîn nehatine ragihandin.

Medyayên ibrî her wiha qala birîndarbûna 2 leşkerên siyonîst di pevçûnên başûrê Mizgefta Eqsayê kir.

Her wiha utubûsa siyonîstan li rojhilatê Qelqeliyeyê jî ji aliyê xortên filistînî va kevir lê hat barandin.

Birîndarkirina van du siyonîstan wek berteka li hemberî şehîdkirina zarok û xortekî filistînî pêk hat.