Cotmeh 09, 2022 13:59 Asia/Tehran
  • Hamas û Cîhada Îslamî bertek nîşanî operasyona dijî siyonîstî li Kampa Şe'fatê da

Tevgerên Cîhada Îslamî û Hamasê operasyona dije-siyonîstî li Kampa Şe'fatê li Qudsa dagirbûyî wek bertekeke normal li hemberî cinayetên rejîma dagirkir da zanîn.

Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê wek berteka li hemberî operasyona berxwedanê li Şe'fatê ku di encamê da leşkerekî siyonîst hat kuştin, ev oprasyon wek bersiveke normal bo cinayetên rejîma dagirkir da zanîn. 

Cîhada Îslamî teqez kir ku ev operasyon di dem û cihê guncaw de bi armanca bersivdana li hemberî cinayetên rejîma dagirkir cih hat. 

Cîhada Îslamî her wiha ragihand ku vê operasiyonê sîstemên ewlehî, eskerî û siyasî yên rejîma dagirkir têk birin.

 Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) jî di daxûyaniyekê de teqez kir ku operasyona wêrekane ya gullevaêtinê li Şe'fatê, bersiva normal bo cinayetên rejîma dagirkir dijî gelê Filistînê û Mizgefta Eqsayê ye. 

 Hamasê her wiha operasyona berxwedanê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê pîroz kir û teqez kir ku cinayetên rejîma dagirkir dijî Mizgefta Eqsayê û gelê me li Cênîn, Ramullah û Qelqîlyayê tu carî dê bêbersiv nemîne. 

Rewşa van rojên a erdên dagirbûyî bi taybet li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê pir taybet e û têkoşerên filistînî dê bi her rêyekê bersiva cinayetên bêhejmar ên siyonîstan bidin û vê yekê rewşeke taybet bo siyonîstan pêk aniye. 
 

Serepeyv