Cotmeh 01, 2022 17:49 Asia/Tehran
  • Hebûna 45 hezar îbadetkaran li Mizgefta Eqsayê

Dezgeha Ewqaf a Îslamî li Qudsê ragihand ku 45 hezar nimêjkerên filistînî ji niştecihên Qudsa dagirbûyî, Şerîeya Rojava ya Çemê Urdinê û herêmên dagirbûyî yên Filistînê nimêja înê ya vê hefteyê li Mescîda Eqsayê kirin.

Mizgefta Eqsayê wek sembola sereke ya nasnama Îslamî-Filistînî ya Qudsê tê naskirin û Rejîma Îsraîlê hewl dide vê girîngiyê ji nav bibe, lê rawestan û hişyariya gelê Filistînê bû sedem ku rejîma siyonîst negihêje vê armanca xwe ya nerewa.

Li gorî rapora roja şemiyê ya nûçeyan a Al-Ahed`ê, çavkaniyên xwecihî yên filistînî ragihandin ku tevî bikaranîna tedbîrên ewlehiyê yên tund û sînordarkirinê ji aliyê siyonîstên dagirker li derdora beşa kevin a Qudsê û Mescida Eqsayê û herwiha êrişa ser mizgefta El-Merwanî, 45 hezar Filistînî vê hefteyê nimêja înê li vê mizgefta pîroz kirin.

Her wiha hêzên dagirker li ser riya ketina nav mizgeftê astengî danîn û rê nedan rizgarkeran ku alavên alîkariyên despêkî bînin nav mizgeftê.

Di heman demê de, pêşnimêj û xetîbê Mescîda Eqsayê Şêx Mihemed Serendeh, pesna berxwedan û sekna parêzvanên Mescîda Eqsayê da û tekez kir: Çiqas sînor bên zêdekirin û her bûyerek jî biqewme, niştecihên Qudsê wê li ser soz û peymana xwe bimîne.

Her wiha nimêjkerên filistînî piştî bi cih anîna nimêja nîvro li hewşa Qubet el-Sexre ji bo ragihandina piştgiriya xwe ji niştecihên Cenîn, Nablus, Xeze û Mescîda Eqsayê mitîngek li dar xistin û di vê civînê de ala Filistînê rakirin û sloganên ji bo piştgiriya Filistîniyan û Mescîda Eqsayê qirîn.

Serepeyv