Jordaçûna hejmara gorîyên teqîna têrorîstî li Kabolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336786-jordaçûna_hejmara_gorîyên_teqîna_têrorîstî_li_kabolê
Hejmara gorîyên teqîna têrorîstî ya li paytexta Efgtanistanê rabû 32 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara gorîyên teqîna têrorîstî li Kabolê

Hejmara gorîyên teqîna têrorîstî ya li paytexta Efgtanistanê rabû 32 kesan.

Çavkanîyên efgan ragihandin ku vê sibê di encama teqîneke têrorîstî da li navendeke perwerdehîyê li devera Deşta Berçîyê li rojavaya Kabolê, 32 kes hatin kuştinê û 40 kes jî birîndar bûn.

Ev teqîna dema ezmûna xwendekaran da li wê navenda perwerdehîyê qewimîye.

Li gorî rapora Polîsê Efganistanê, kesekî xwekuj bombeya bi xwe va di nava xwendekarên navenda perwerdehîyê da teqandîye.

Deşta Berçî deverek e ku pirranîya niştecihên wê şîe û hinek jî Hezare lê dijîn û li derdora Kabolê ye û car bo carê dibe armanca êrişên xwînavîn.

Wekîlê Taybet ê Komara Islamî ya Îranê Di Karên Efganistanê da ragihand ku Îran amade ye her alîkarîya pêwîst bide birîndarên êrişa têrorîsît ya li navenda perwerdehîyê li rojavaya Kabolê.