Hewla Erebistanê ji bo vegerandina hejmonîya xwe li Libnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336785-hewla_erebistanê_ji_bo_vegerandina_hejmonîya_xwe_li_libnanê
Erebistana Seûdî di 2 hefteyên buhurî da destwerdanên di karên Libnanê da bi merema vegerandina hejmonîya xwe li vî welatî giran kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2022 13:31 Asia/Tehran
  • Hewla Erebistanê ji bo vegerandina hejmonîya xwe li Libnanê

Erebistana Seûdî di 2 hefteyên buhurî da destwerdanên di karên Libnanê da bi merema vegerandina hejmonîya xwe li vî welatî giran kirine.

Giranîya hewlên Erebistanê ser hevdengkirin û hevgirtina parlimanterên Sunne û endamên Tevgera 14ê Adarê ji bo bandordanîna ser hilbijartina serokomarê nû da ye.

Piştî wêdaçûna Seid Herîrî Serokwezîrê berê yê Libnanê ji qada sîyasetê, Rîyaz nika bidû rêyeke din ji bo razîkirina Sunneyan e. Welîd Buxarî balyozê Erebistana Seûdî li Bêyrûtê di çend rojên buhurî da parlimanterên Sunne bi serokatîya Şêx Ebdulletîf Deryan Muftîyê sunneyên Libnanê civandin û civînek jî bi pişikdarîya wan li mala xwe ya li vî şarî li dar xist. Lê wan civînan encamek tinebûn.

Piştî wêdaçûna Bereya Musteqbelê bi serokatîya Seid Herîrî ji qada sîyasetê ya Libnanê, hejmonîya Rîyazê li wî welatî kêm bû û Rîyaz nika bidû kesekî di nav Sunneyan da digere ji bo ku dayne dewsa Herîrî û hewil dide ku Şêx Ebdulletîf Deryan dewsa Seid Herîrî derbasî meydana sîyaseta Libnanê bike.