Li Kabulê di nav xwendekaran de teqînek qewimî: 19 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336781-li_kabulê_di_nav_xwendekaran_de_teqînek_qewimî_19_kes_hatin_kuştin
Li Kabul a paytexta Efxanistanê teqîneke xwekujîyê di nav hola ezmûna xwendekaran de qewimî û di encamê de 19 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2022 12:21 Asia/Tehran
  • Li Kabulê di nav xwendekaran de teqînek qewimî: 19 kes hatin kuştin

Li Kabul a paytexta Efxanistanê teqîneke xwekujîyê di nav hola ezmûna xwendekaran de qewimî û di encamê de 19 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Kabulê, Xalîd Zerdan ragihandiye, “xwendekaran xwe ji bo ezmûnê amade dikir, dema ku li wê navenda perwerdeyê teqîn pêk hat.”

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên teqînê de jî Berdevkê Polîsê Kabulê diyar kir, 19 kesan canê xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê, Ebdulnefî Takor di twîttekê de ragihandiye, êrîşkirina ser hemwelatiyên sivîl nîşana nemirovî û bê exlaqî ya dijmin e.

Piştî kontrolkirina desthilata Efxanistanê ji aliyê Talibanê ve, wiha dihat pêşbînîkirin ku êdî şer û pevçûn û teqîn li wî welatî nemînin, tevî ku di destpêkê de rewşa Efxanistanê hinekî aram bû lê belê di wan demên dawî de êrîş û aloziyên li wî welatî zêde bûne.