Parlimana Libnanê nekarî Serokomarê nû hilbijêre
Parlimana Libnanê nekarî Serokomarê nû yê vî welatî hilbijêre.
Parlimana Libnanê civînek bi pişikdarîya 122 parlimanter ji 128 parlimanteran ji bo bijartina serokomarê nû li dar xist ku ji wê hejmarê 63 parlimanteran dengê sipî dan.
Ev dengdana bêyî kivşkirina demekê ji bo civîna bê ji bo bijartina serokomar bi dawî hat, di halekî da ku Nebîh Bêrrî serokê parlimanê got: Dema civîna bê ya parlimanê yê bi dengê parlimanteran were kivşkirin.
Berbijarê posta serokomartîya Libnanê divê dengê erê yê du ji sêyê parlimanteran yanî dengê 128 parlimanteran di dewra yekê ya dengdanê da bi dest bixe.
Dewra şeşsalî ya serokomartîya Mîşêl Ewn serokomarê vê gavê yê Libnanê yê 31 Cotmehê bi dawî were.
Ji ber nakokîyan, hewlên Necîb Mîqatî Serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna dewletê bidû hilbijartina parlimanî ku di nîveka Gulanê da hat lidarxistinê, serkevtî nebûne.