Bi hezaran filistînî ji bo xwendina nimêja sibê bi awayê berfireh çûn Mizgefta Eqsayê
Bi hezaran welatiyên filistînî ji bo xwendina nimêja sibê, sibeha roja Înê berê xwe da Mizgefta Eqsayê û Mizgefta Îbrahîmî.
Mizgefta Eqsayê sembola pênaseya îslamî-filistînî ya sereke li bajarê Beytul Muqedesê ye û yek ji sê cihwarên herî girîng ên misilmanan e.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Bi hezaran welatiyên filistînî li ser daxwaza kesayetên dînî û îslamî ji bo xwendina nimêja sibê îro Înê çûn Mizgefta Eqsayê û Mizgefta Îbrahîmî li bajarê El-Xelîlê yê li Kêkeka Rojavayî ya Çemê Urdinê.
Li gorî vê raporê, kesayetên dînî û îslamî û komên filistînî roja Pêncşemiyê bi hin bangewaziyan daxwaza beşdariya filistîniyan a brfireh di xwendina nimêja sibê û nimêja Înê li Mizgefta Eqsayê bi mebesta sekinîna li hemberî komployên qirêj ên dagirkeran li dijî vê cihwara pîroz kiribû.