Salvegera Şoreşa 21ê Îlonê li Yemenê
Şoreşa 21ê Îlonê li Yemenê piştî wê rûyekî din li xwe girt ku hemî kirêgirtîyên navxweyî hewil dan ku rêya pêşketina şoreşê û gel bigirin, li wê xalê ti çareyek bilî rakirina wê berbendê û vekirina rêya bidestxistina serwerî, rûmet, azadî û serxwebûnê tinebû.
Ajansa Nûçeyan a Yemenîpiress`ê di nivîsarekê da bi boneya salvegera heftan a şoreşa 21ê Îlonê ya Yemenê wiha dinivîse: Eyan e ku çend dehsalîyan çarenûsa gelê Yemenê û vî welatî ne li Senayê û ne jî li Edenê dihat dîyarkirin û peyva ``komarê`` herîkêm ji dehsalîya 70yê ya sedsala buhurî va veguherîbû peyveke pûç û vala û her hewla jibo derketina ji bin nîrê Erebistanê û wehabîyeta tekfîrî berî destpêbûnê, dihat pûçkirinê.
Lê nîvê gelê Yemenê ku bi saya şoreş û serhildana netewî ji bin nîrê koledarîya Ingilîsê hatibû azadkirinê, bi awayekî berdewam ber komplo û dorpêçê bû ta ku bi vî awayî pêşîya yekitî û serxwebûnê li Yemenê were girtinê.
Aşkira ye ku miletekî resen û bi esil û kok nikare fermana bîyanîyan qebûl bike û ti çareyek bilî serhildanê tineye. Bi vî awayî şoreşa 21ê Îlonê wek hereketeke netewî ya azadîxwaz qewimî.