Asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Israyîlê; Xencerek li pişta gelê Filistînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336267-asayîkirina_peywendiyên_tirkiye_û_israyîlê_xencerek_li_pişta_gelê_filistînê
Endamê Komîteya Navendî ya Bereya Gelanî ji bo Rizgarkirina Filistînê rexne li kiryara Tirkiyê ya asayîkirina peywendiyan tev Rejîma Siyonîst û şandina keştiya şêrr bo Bendrgeha Heyfayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2022 11:09 Asia/Tehran
  • Asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Israyîlê; Xencerek li pişta gelê Filistînê

Endamê Komîteya Navendî ya Bereya Gelanî ji bo Rizgarkirina Filistînê rexne li kiryara Tirkiyê ya asayîkirina peywendiyan tev Rejîma Siyonîst û şandina keştiya şêrr bo Bendrgeha Heyfayê kir.

Eyad Xeben, Endamê KOmîteya Navendî ya Bereya Gelanî ji bo Rizgarkirina Filistînê li Xezeyê got: Kiryara Tirkiyê ya şandina keştiya şêrr bo Bendergeha Heyfayê li bakûrê Filistîna dagirbûyî, xencerek li pişta filistîniyan û derbeyek
li şehîd û birîndarên filistînî ye.

Xeben tekez kir: Ev kiryar nîşan dide ku Tirkiye bûye dosteke Rejîma Siyonîst ku ev yek li dijî daxwaza gelê Filistînê ye.

Keştiyeke şêrr a Hêza deryayî ya Tirkiyê roja Şemiyê bo cara yekem piştî 12 salan derbasî perava Heyfayê li bakûrê Filistîna dagirbûyî bû.