Êrişa hovane ya hêzên emnî yên Erebistanê ser êtîmxaneyekê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i336187-Êrişa_hovane_ya_hêzên_emnî_yên_erebistanê_ser_êtîmxaneyekê
Hêzên emnî yên seûdî êrişî êtîmxaneyekê dikin û bi awayekî hovane û dilreqane li çend zarokên keçik didin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2022 14:16 Asia/Tehran
  • Êrişa hovane ya hêzên emnî yên Erebistanê ser êtîmxaneyekê

Hêzên emnî yên seûdî êrişî êtîmxaneyekê dikin û bi awayekî hovane û dilreqane li çend zarokên keçik didin.

Şîdeta wan hêzana bû sedema hêrsbûna gelê Erebistanê û misilmanan bi awayekî ku heştega Eytam-Xemîs- Meşît li twîterê berbelav bû.

Çend pilledar û hêzên emnî yên seûdî ku rûyê xwe pêçane dikevin êtîmxanê û destên çend keçikên êtîm ên zarok girêdidin û bi awayekî hovane li wan dixin.

Ev karê van erkdarên emnî yên seûdî piştî wê bû ku wan keçikana hin daxwaz hebûn lê daxwazên wan nedihatin dabînkirinê lewma wan dest bi grevê dikirin û hêzên emnî yên seûdî jî ketin wir û li wan xistin.