Li Cenînê di navbera Filistînî û leşkerên siyonîst de pevçûn derket
Çavkaniyên medyayî ragihandin ku li Cenînê ya bakurê Şerîeya Rojava di encama pevçûna navbera filistîniyan û eskerên siyonîst de çend filistînî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Al Jazeera`yê, çavkaniyên filistînî ragihandin ku li Cenînê li bakurê Şerîeya Rojava ya Çemê Urdinê li encama pevçûna bi eskerên siyonîst ra çend filistînî birîndar bûn.
Li gorî vê raporê, li şerê navbera filistîniyan û leşkerên siyonîst li Cenînê 3 filistînî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Şahabê ragihand ku şervanên filistînî li cadeya Heyfa ya bajarê Cenînê gulle berdan leşkerên siyonîst.
Ji aliyeke din ve êvariya roja şemiyê çavkaniyên siyonîstî ragihand ku hin kesan ber bi bajarokê siyonîstan yê Koxaf Yekof li nêzîkî Qudsa dagirbûyî gulle reşandin.
Eva li halekê ye ku li şer û pevçûnên heftiya buhurî yên filistînî û eskerên siyonîst li Şerîeya rojava, filistînîyek şehîd bû û hejmarek ji esker û rûniştiyên siyonîst jî birîndar bûn.