Axaftina Seyid Hesen Nesrullah bi boneya çilemîn salvegera damezirandina Hizbullahê; Êvara Duşemê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335994-axaftina_seyid_hesen_nesrullah_bi_boneya_çilemîn_salvegera_damezirandina_hizbullahê_Êvara_duşemê
Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê îşev bi boneya salvegera çilem a damezirandina vê tevgerê dê biaxive.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2022 07:08 Asia/Tehran
  • Axaftina Seyid Hesen Nesrullah bi boneya çilemîn salvegera damezirandina Hizbullahê; Êvara Duşemê

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê îşev bi boneya salvegera çilem a damezirandina vê tevgerê dê biaxive.

Li gorî rapora kanala El-Minarê, Seyid Hesen Nesrullah dê êvara Duşemê bi boneya salvegera 40î ya damezirandina Hizbullahê û salvegera serketina şerê 2006an (Herba Temûzê) û azadkirina duyem di sala 2017an da, li meydana Aşûrayê ya Zahiyeya Beyrûtê biaxive.

Şerê 33 rojî di navbera artêşa Rejîma Siyonîst û hêzên Hizbullaha Libnanê di Tîrmeha 2006an da dest pê kir û di 14ê heman salê bi serkeftina Hizbullahê bi dawî bû. Rejîma Siyonîst di şerê 33 rojî yê bi Libnanê ra tevî têkçûn û ziyanên giran ji vî şerî paş vekişiya.

Piştî damezirandina Hizbullaha Libnanê di sala 1982an da û destpêkirina operasiyonên dijî siyonîstan ên vê tevgerê, Rejîma Siyonîst neçar bû ku Hizbullahê bi fermî nas bike û hertim li dû darêştina stratejiyekê ji bo sekinîna li hemberî wê bûye.