Tebax 16, 2022 12:14 Asia/Tehran
  • Li Şerîeya Rojava çend leşkerên siyonîst birîndar bûn ku yek ji wan ji ber giraniya birînan mir

Artêşa Siyonîst ragihand ku çend leşkerên vê rejîmê li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdinê birîndar bûne ku yek ji wan ji ber giraniyan birînan li nexweşxanê can da.

Kiryarên dijminane yên artêşa siyonîst li dijî welatiyên filistînî li navçên dagirbûyî berdewam e û artêşa siyonîst rojane ji bo bidestxistina armancên xwe yên zêdexwaziyê êrişî deverên curbicur ên Filistînê dikin û filistîniyan şehîd, birîndar û desteser dikin.

Filistînî jî li hemberî sûc û cinayetên siyonîstan operasyonên berxwedanê li dar dixin.

Li gorî rapora Al-Jazeera (El Cezîre) ya Qeterê, dewriyeya eskerî ya siyonîst li Tulkeremê îro danê sibê kete ber gullên filistîniyan û di encamê de çend eskerên siyonîst birîndar bûn.

Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîst jî îro danê sibê ragihandin ku yek ji leşkerên birîndar ên vê Rêjîmê di encama gullereşandina şeva buhurî de li bajarê Tulkermê li kêleka rojava ya çemê Urdinê bigiranî birîndar bû li nexweşxanê de can da.

Medyayên siyonîstî ragihandin ku artêşa vê rejîmê ji bo naskirin û desteserkirina sebebkarên vê tgullereşandinê êrişî Tulkeremê kirin.

Serepeyv