Hejmara şehîdên rojên dawî li Xezeyê gihîşte 41ê
Tebax 08, 2022 09:04 Asia/Tehran
Rayedarên tenduristî û derman ên Xezeyê êvara Yekşemiyê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrîşên Rejîma Siyonîst gihîştiye 41ê û 15 kes ji wan jî zarok in.
Li gorî rapora IRNAyê, Rayedarên tenduristî û derman ên Xezeyê her wiha ragihand ku 311 kes jî ji ber van êrîşên hovane birîndar bûne.
Zêdebûna hejmara şehîdên Xezeyê di rewşekê da ye ku balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst di dewama destdirêjiyên 3 rojên derbasbûyî da û êrîşên hovane li ser niştecihên Zîvala Xezeyê, berêvara Yekşemiyê jî hin navçeyên vê zîvalê dan ber bombeyan.
Wek bersiva li hemberî van êrîşan, komên berxwedanê yên Filistînê bi sedan mûşekî bajar û bajarokên siyonîstnişîn li erdên dagirbûyî bi taybet li Til Avîv û balefirgeha Bin Goriyenê dan ber êrîşên xwe.