Kuştina siyonîstekî li El-Celîl
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335722-kuştina_siyonîstekî_li_el_celîl
Televîzyona rejîma siyonîst ragihand ku rûniştiyekî bajarokê El-Celîlê ji ber ketina balafireke sivik a li vî bajarokê hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2022 18:19 Asia/Tehran
  • Kuştina siyonîstekî li El-Celîl

Televîzyona rejîma siyonîst ragihand ku rûniştiyekî bajarokê El-Celîlê ji ber ketina balafireke sivik a li vî bajarokê hatiye kuştin.

Kanala 12 a Rêjîma Siyonîst îro Yekşemê ragihand ku piştî ketina balafireke sivik li El-Celîl li bakurê Filistîna dagirbûyî (Îsraîlê), siyonîstek hat kuştin.

Medyayên Rejîma Siyonîst heya niha sedema ketina vê balafirê eşkere nekiriye.

Ev nûçe hevdem e ku gurûpên berxwedêr ên Filistînê bi taybetî Cîhada Îslamî di bersiva cinayetên Rejîma Siyonîst de mûşekan ber bi Filistîna dagîrbûyî davêje.

Rejîma Siyonîst roja Îniyê operasiyona bi navê "Sibeya Rastîn" anku "Serê Sibeyê" li dijî zîvala Xezeyê dest pê kir û Cîhada Îslamî ya Filistînê jî navê operasyona xwe ya bersiva li hemberî vê êrîşa siyonîstî "Wehdet el-Sahat" (Yekîtiya Meydanan) bi nav kir.

Medyayên siyonîstî raghandin ku ji destpêka êrişên niha ve gurûpên berxwedanê yên Filistînê nêzîkî 580 mûşek û roket ji zîvala Xezeyê ber bi Filistîna dagirbûyî avêtine.

Wezaret Tenduristiya Filistînê ji Zîvala Xezeyê ragihand ku hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê şehîd bûne derketiye 32 kesan ku 6 ji wan zarok in û hejmara kesên birîndar jî gihêştiye 253 kesan.