Piştgiriya Amerîkayê dîsa ji gera nû ya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335701-piştgiriya_amerîkayê_dîsa_ji_gera_nû_ya_cinayetên_rejîma_siyonîst_li_xezeyê
Di duyemîn roja dewra nû ya cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê zîvala Xezeyê, Wezareta karên derve ya Amerîkayê carek din ji cinayetên vê Rejîma dagirker piştgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2022 05:41 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Amerîkayê dîsa ji gera nû ya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê

Di duyemîn roja dewra nû ya cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê zîvala Xezeyê, Wezareta karên derve ya Amerîkayê carek din ji cinayetên vê Rejîma dagirker piştgirî kir.

Êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê êvariya roja Îniyê bi navê “Sibeha Sadiq” dest pê kir û heta îro Yekşemê berdewam e.

Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezeyê ragihand ku ji destpêka operasyona nû ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê 24 filistînî ji wan 6 zarok şehîd û 215 kesên din jî birîndar bûne.

Heta niha welatên Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Cezayîr, Tûnis, Urdun, Qeter, Kuweyt û Tirkiyê bi daxuyaniyên xwe êrîşên dagirkeriya Rejîma  Îsraîlê li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê şermezar kirine.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNA`yê, Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja şemiyê bi dema herêmî, cinayetên Rejîma dagirker a Telavîvê xweparastin bi nav kir û ragihand ku Waşîngton ji mafê Îsraîlê ya berevaniya ji xwe bi tevayî piştgirî dike.

Di heman demê de Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji hemû aliyan kir ku xwe ji zêdekirina aloziyan dûr bixin.

Berî viya jî berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî derbarê êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezeyê ji vê cinayetê piştgirî kir û ew "mafê berevanîkirin û parastina" vê rejîma neqanûnî û cinayetkar hesiband.