Jimara şehîdên Xezeyê gihêşte 24 kesan ku 6 ji wan zarok in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335700-jimara_şehîdên_xezeyê_gihêşte_24_kesan_ku_6_ji_wan_zarok_in
Hejmara kuştiyên cinayeta nû ya Rejîma zarokkuj a Siyonîst li dijî navçeyên niştecihbûyî li Zîvala Xezeyê her diçe zêde dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2022 05:18 Asia/Tehran
  • Jimara şehîdên Xezeyê gihêşte 24 kesan ku 6 ji wan zarok in

Hejmara kuştiyên cinayeta nû ya Rejîma zarokkuj a Siyonîst li dijî navçeyên niştecihbûyî li Zîvala Xezeyê her diçe zêde dibe.

Êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê êvariya roja Îniyê bi navê “Sibeha Sadiq” dest pê kir û heta îro Yekşemê berdewam e.

Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezeyê ragihand ku ji destpêka operasyona nû ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê 24 filistînî ji wan 6 zarok şehîd û 215 kesên din jî birîndar bûne.

"Dawûd Şehab" berdevkê fermî yê tevgera Cîhada Îslamî got: Ev tevger dê bi hêz û cesaret bersiva operasyonên siyonîstan bide û rê nede ku siyonîst navçeyekê kontrol bike.

Piştî vê cinayeta siyonîstan, hêzên Seraya El-Qudsê yên baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ji şeva şemiyê heta îro, deverên curbicur ên Filistîna dagirbûyî (Îsraîl) bi mûşek û hawanên xwe kirin armanc.

Heta niha welatên Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Cezayîr, Tûnis, Urdun, Qeter, Kuweyt û Tirkiyê bi daxuyaniyên xwe êrîşên dagirkeriya Rejîma  Îsraîlê li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê şermezar kirine.

Li bajarên curbicur ên navçên filistînî yên dagirbûyî jî ji êvara Şemiyê ve xwenîşandanên xelkê li dijî êrişên hovane yên Rejîma zarokkuj a Siyonîst ser xelkê Xezeyê berdewam in.

Xwenîşanderan bi hilgirtina alayên Filistînê li dijî Rejîma Siyonîst û piştgirî ji gelê mezlûm ê Xezeyê silogan avêtin.