Saraya El-Quds bi 100 moşekan bersiva êrişên Rejîma Îsraîlê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335683-saraya_el_quds_bi_100_moşekan_bersiva_êrişên_rejîma_Îsraîlê_da
Baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, Saraya El-Quds ragihand ku wekî bersiva şehîdkirina fermadar û kadroyên wê tevgerê, wê zêdetirî 100 moşek avêtine Til Eviv û bajarok û bajarên siyonîstê yên nêzî Xezayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2022 08:50 Asia/Tehran
  • Saraya El-Quds bi 100 moşekan bersiva êrişên Rejîma Îsraîlê da

Baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, Saraya El-Quds ragihand ku wekî bersiva şehîdkirina fermadar û kadroyên wê tevgerê, wê zêdetirî 100 moşek avêtine Til Eviv û bajarok û bajarên siyonîstê yên nêzî Xezayê.

Medya filistînî û ya herêmî ji Xezayê ragihand ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, Saraya El-Quds, wek bersiva şehîdkirina fermandarê wê yê leşkerî Teysîr El-Caberî, wê gelek bajarên Îsraîlê di nav de Til Evîv û bajarên nêzî Xezayê kirine hedef.

Li gorî çapemeniya Îsarîlê, dengên zengilên hişyariyê li gelek bajarok û bajarên siyonîstan û başûrê Til Evîvê bilind bûye.

Herwiha hat ragihandin ku Rejîma Siyonîst êrişên xwe ser zêvala Xezeyê berdewam dike ku di encama van êrişan de gelek filistînî şehîd û birîndar bûne.

Tê gotin di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de, 10 filistînî şehîd bûne ku di nav wan de fermandarê yê Tevgera Cîhad a Îslamê Teysîr El-Caberî jî dikeve ber çavan û 26 kesên din jî birîndar bûn.