Hamasê derbarê dûhatên xeternak ên destdirêjiya siyonîstan ser Mizgefta Eqsayê hişyarî da
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) derbarê razîbûna Rejîma Siyonîst li ser destdirêjiya bajaroknişînên dagirker ên siyonîst ser Mizzgefta Eqsayê di rojên Şemî û Yekşemiya bê da hişyarî da.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Felestin Al-Yawmê, Ebduletîf Qanû', Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) dayîna destûrê bo bajaroknişînan ji bo destdirêjiya ser Mizgefta Eqsayê, destdirêjiyeke nû li ser vê mizgeftê da zanîn ku dibe sebeba tehrîkkirina hestên gelê Filistînê.
Wî got: Em derbarê dûhatên xeternak ên vî karî hişyarî didin.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) her wiha tekez kir: Destdirêjiyên bêrawestan ên bajaroknişînên dagirker li ser Mizgefta Eqsayê tu wextî dê nebe sebeba guherîna rastiyên dîrokî û pênaseya îslamî ya vê mizgefta pîroz.