Agahîyên 300 hezar sîyonîstan ketine destê hekêran
Tîrmeh 30, 2022 13:09 Asia/Tehran
Rêjîma Sîyonîst ragihand ku agahîyên takî yên 300 hezar sîyonîstan ketine destê hekêran.
Sazîya Piştgirîya ji Sînorên Takî ya Rêjîma Sîyonîst ragihand ku komeke hekêran karîne ekantên 300 hezar israyîlîyan hek bikin û agahîyên wan bi dest bixin.
Kanala 12 ya televîzyona rêjîma dagirkerê Qudsê jî ragihand ku ew opêrasyona hekkirinê nêzî 2 hefteyan berî nika qewimîye.
Ligorî rapora wê televîzyonê, wê êrişa saybêrî bandor li malperên întêrnêtê yên Şirketa Geştyarîyê ya Gul Tûrzê ku zêde ji 20 malperên wê hene, kirîye.
Kanala Koma Berxwedêr a Isalmî ya Nucebayê jî roja çarşema buhurî ragihand ku çend şirketên mezin ên ticarî yên israyîlî ketine ber êrişa komeke saybêrî ya iraqî û wêne û sitranên Heşdi Şeibîyê li rûpelên wan hatine weşandin.