Tîrmeh 17, 2022 09:57 Asia/Tehran
  • Hamas: Îsraîl bi çiraya kesk a Amerîkayê êrîşî Xezeyê kir

Endamekî pilebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: Êrîşa Rejîma Îsraîlê bo ser zîvala Xezeyê piştî serdana Serokê Amerîkayê bo Filistîna dagîrbûyî, çiraya kesk a leşkerî ya Waşîngtonê bo Telavîvê nîşan dide.

Piştî serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Filistîna dagîrkirî roja Çarşema borî (13.07.2022), firokeyên şerker ên Îsraîlê sibeha roja Şemiyê bi 10 mûşekan deverên curbicur ên zîvala Gazayê ji nav wan baregeha berxwedanê kirin armanc.

"Fewzî Berhûm" li hevpeyvîneke taybet bi ajansa nûçeyan a Îranpressê re ragihand: Êrişên Rejîma Israîlî ser zîvala Gazayê piştî seredana serokomarê Amerîkayê bo Filistîna dagîrkirî, vê yekê piştrast dike ku Amerîkayê rê daye Îsraîlê ku di warê leşkerî, siyasî û aborî de li dijî gelê Filistînê tevbigere.

Rêberê payebilind ê tevgera Hemasê got: Bi berçavgirtina piştevaniya eşkere ya Amerîkayê ji Rejîma Siyonîst, piştgermbûna li piştgîriya dewleta Amerîkayê ji bo rawestandina êrişan, girtina pêşiya avadankirina bajarokan, bidawîanîna dagîrkeriyê û dayîna mafên gelê Filistînê fikr û xeyaleke pûç e.

Fewzî Berhûm amaje bi wê yekê jî kir ku, tekane rêya bidawîhatina êrişên rêjîma Israîlî û girtina pêşiya avadankirina bajarokan, baweriya bi berxwedan û yekrêziya gelê Filistînê û grûpên berxwedêr ên li dijî dagîrkeriya rêjîma Israîlê ye.

Serepeyv