Hizbullah: Di şerê bê da, alîyê serketî em in
Cîgirê Sersêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku Hizbullaha nika ne ya berê ye, heke şerek biqewime, dê alîyê serkevtî be.
Şêx Neîm Qasim Cîgirê Sersêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê got: Hizbullahê biryar daye çeka vê tevgerê tenê bi awayekî pawankirî jibo berxwedana himberî dagirkeran û jibo piştgirîya ji serwerîya Libnanê were bikaranîn û di meseleyên navxweyî da ti cihekî wê tinebe.
Şêx Neîm Qasim herwiha pêgirî kir: Hizbullah nika Hizbullaheke cida ye û heke şeek derkeve, dijmin ê di çend bereyan da vekişe û bi hezkirina Xwedê yê serketin ya me be.
Cîgirê Sersêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê herwiha got: Heke dewleta Libnanê neyê pêkanîn, ev welata dê ber bi rewşeke xirabtir va here. Wî ji her kesî ji wan parlimanterên nû, serbixwe û yên Bereya 14ê Adarê xwest ku jibo derketina ji qeyrana nika hevkarîyê bikin.