Tîrmeh 14, 2022 11:25 Asia/Tehran
  • Biden: Vekişîna ji rêkevtinama navokî ya digel Îranê şaşitîyeke mezin bû

Serokomarê Amerîkayê vekişîna vî welatî ji ji rêkevtinama navokî ya digel Îranê şaşitîyeke mezin zanî û idia kir ku divê ew bizivirin vê rêkevtinameyê.

Jeo Biden Serokomarê Amerîkayê ku nika li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ye, di gotûbêja digel Kanala 12an a Rêjîma Sîyonîst da vekişîna Donald Trump serokomarê berê yê welatê xwe ji rêkevtinama navokî ya digel Îranê şaşitîyeke mezin bi nav kir û got ku hela jî ser vê bawerê ye ku divê Amerîka bizivire vê rêkevtinameyê.

Serokomarê Amerîkayê di eynî demê da bêyî ku amajeyî zêdexwazîyên welatê xwe bike, top avête meydana Îranê û got ku biryardayîna têkildarî rêkevtinama navokî li ustîyê Îranê ye.

Di muzakireyên vejîyandina rêkevtinama navokî da ku li Vîyenê bi destpêşxerîya tîma muzakireker a Îranê dest pê bibûn, hin pêşketin pêk hatibûn lê ji ber sistîya alîyên rojavayî nemaze dewleta Jeo Biden ji bo cebirandina kiryarên neqanûnî yên delweta Turmp û dewama sîyaseta Waşîngtonê ya zexta herî zêde dijî Îranê, Waşîngton derheq vegera bo vê rêkevtinameyê dudilî bû û demajoya gotûbêjan jî dirêj bû.

 

Serepeyv