Hezîran 18, 2022 16:18 Asia/Tehran
  • Li Yemenê di encama êrişa hevalbendiya siûdî de zarokekî yemenî yê 10 mehî hat kuştin

Çavkaniyên yemenî şeva îniyê ragihandin ku zarokek 10 mehî yemenî di encama êrişa hevalbendiya destdirêjker a siûdî li parêzgeha Seide ya Yemenê hat kuştin.

Kanala El-Mesîre ya Yemenê Îniyê bi şev ragihand ku di encama êrişa topxaneyî ya hevalbendiya destdirêjker a siûdî ser devera niştecihbûnê ya El-Requ li parêzgeha Seideyê, zarokekî yemenî yê 10 mehî hat kuştin.

Muhammed Cabir Awad waliyê Seideyê herî dawî cinayetên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li Yemenê şermezar kir û destnîşan kir ku Amerîka ji cinayet û qirkirinên ku li Yemenê diqewimin bi tevahî berpirsyar e.

Li gor gotina berpirsên yemenî, êrîşa leşkerî ya Erebistana Siûdî û hevalbendên wê bo ser Yemenê, zêdetir ji %85 ji jêrxana vî welatî têk biriye û Yemenê jî di warê xwarin û dermanan de bi kêmasiyeke mezin re rûbirû bûye.

Neteweyên Yekbûyî herî dawî ragihandibû ku Yemen di cîhanê de bi krîza herî mezin a mirovî re rû bi rû ye. Ji sedî 80ê ji nifûsa 29 milyonî ya Yemenê ji bo ku bijîn êdî hewcedarê alîkariyê ne.

Serepeyv