Dijberên bin Selman, serdana Biden bo Erebistanê wek Xiyanet bi nav kir
Dijberên dewleta Siûdî serdana tê ya serokkomarê Amerîkayê bo Erebistanê wek xiyaneta li mafên mirovan bi nav kir.
Li gorî Fars Newsê, Li pey ragihandina hin raporan derbarê biryara Joe Bidenê serokkomarê Amerîkayê ji bo serdana Erebistana Sidûî, dijberê dewleta vî welatî li nav torên civakî, ev kiryara Joe Biden wek xiyanetya li helwêstên xwe yên berê û prensîbên mafên mirovan da zanîn.
Ev dê yekem serdana Joe Biden wek serokkomarê Amerîkayê bo Erebistanê be. Her çend ku li gorî NBC Newsê, ev serdan bo Tîrmeha 2022an hatiye paşdaxistin; Lê Biden kesek e ku di pêvajoya teblîxata xwe ya hilbijartinê da tevî amajeya bi kuştina hovane ya Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnegir ê erebistanî, gotibû ku hewil dide da ku Erebistan bibe welatekî bi tenê.