Hezîran 02, 2022 12:10 Asia/Tehran
  • Di êrîşa siyonîstan a li ser Cenînê de Filistînîyek şehîd bû û 6 kes jî birîndar bûn

Leşkerên rejîma Îsraîlê êrîşî bajarokê Yabed a Cenînê kirin û di encamê de Filistînîyek şehîd û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Filistînê, bi sedan leşkerên dagirker ên Îsraîlê ji bo bombekirin û hilweşandina mala şehîd Ziya Hemareşeh berpirsê operasyona berxwedanê ya Benî Berakê, êrîşî bajarokê Yabêdê kirin û di encamê de li herêmê pevçûnên dijwar rû dan.

Hevdem bi êrişa siyonîstan ser Cenînê, xebatkar û şervanên filistînî jî bi wan re ketine pevçûnê û şer û pevçûneke çekdarî ya giran di navbera her du aliyan de derket.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama şer û pevçûnên şeva borî û îro danê sibê li bajarokê Yebêdê de ciwanekî filistînî yê 24 salî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 6 kes jî birîndar bûn ku rewşa piraniya wan krîtîk e.

Rejîma Siyonîst roja 19ê Gulanê bi fermî fermana hilweşandina mala şehîd Hemarşe da.

Şehîd Ziya Hemarşeh di 29ê Adarê de li devera Benî Berakê di operasyoneke qehremanî de 5 siyonîst kuştin û bi xwe jî di pevçûneke çekdarî ya bi hêzên ewlehiyê re şehîd bû.

Serepeyv