Şehîdbûna keçeke filistînî bi gullên leşkerên siyonîst
Leşkerên siyonîst bi hinceta ku li başûr-rojavayê çemê Urdinê bi heceta ku vê keçika filistînî dil hebû operasyoneke şehadetxwazî pêk bîne ber bi wê gulle reşandin û ew şehîd kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, çavkaniyên filistînî îro danê sibê (çarşemiyê) ragihandin ku keçeke filistînî li nêzîkî kempa El-Erûb (bakurê El-Xelîlê) ji aliyê çekdarên siyonîst ve hat gullebarankirin û şehîd bû.
Li gor çavkaniyên filistînî, çekdarên siyonîst bi hinceta ku operasiyoneke şehadetê pêk anîne, ew keçik gulebaran kirine.
Heyva Sor a Filistînê ragihand ku hêzên Rejîma Îsraîlê nehiştin personelên tenduristiyê bigihêjin cihê bûyerê û keça filistînî ku bi giranî birîndar bûbû bi 20 deqîqe dereng rakirin nexweşxanê, loma li wir şehîd ket.
Ofîsa hêsîran a Filistînî di daxuyaniyekê de ragihand ku navê vê keçê “Ghufran Werasneh” ye û ew yek ji wan girtiyên hatî berdanê ye.
Hêzên berxwedêr ên Filistînê hişyarî dan Rejîma Siyonîst ku eger êrişên xwe berdewam bike, dê ew ê bersivên tund bidin vê rejîmê.